English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-12 [11:44 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Berdevkê Desteya Parastin û Başkirina Jîngeha Kurdistanê Hendên Şêx Raxib aşkere dike dûkela otombîlan li Herêma Kurdistanê metirsî li ser jîngehê durist kiriye. Bo çareserîya wê pirsê jî ew reşnivîsekê amade dikin û wê bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Hendên Şêx Raxib da zanîn ku gelek otomobîl li Herêma Kurdistanê hene û ji ber dûkela otomobîlan metisi li ser jingeha Kurdistanê û tendirustiya hemwelatiyan çêdibe.

Herwiha Raxib dibêje li welatên pêşketî amarên ziyana dûkelê kêm dikin bi egzozan dihêne dibestn lêbelê heta aniha ew yek li Herêma Kurdistanê nebûye û reşnivîsekê amade dikin bo çareseriya vê pirsê ku zirara dûkelê li ser jîngehê û hemwelatiyên bihê kêmkirin.

 Di berdewamiyê da Raxib amaje bi wê yekê kiriye wê reşnivîsa xwe radestî Rêveberiya Hatûçûnê ya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bikin û wê pêşniyazê dikin ku her sal otomobîl bihêne kontrol kirin û amûra dûkelê kêm dike bi otomobîlan ra bi çespandin.

Berdevkê Desteya Parastin û Başkirina Jîngeha Kurdistanê Raxib di dawiya axaftina xwe jî da amaje bi wê yekê kir ji ber qeyrana aborî çend salin wan nekariye çalakiyên xwe pêk bihênin. Ew ê dest bi çalakiyên parastin û başkirina jîngehê bikin.





2356 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad