English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-11 [02:19 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Bi bahaneya hebûna binkeyên PDKê balefirên şer ên Tirkiyê bi awayek dijwar hin gundên ser bi qeza Amêdiyê bombebaran kirin.

Berpirsê ragehandina rêveberiya nahyeya Dêrelokê ya ser bi qeza Amêdiyê Mehmûd Nihêlî ragehand: ‘’Duh 10.04.2019ê ji ber bahaneya hebûna binkeyên PKKê, balefirên şer ên artêşa Tirkiyê bi dijwarî gundên Sarkê û Ridênê yên devera Bergare ya sînorê qeza Amêdiyê bombebaran kirin û heta naha wek tê xwestin ziyanên wê bombebaranê nehatine zanîn.’’

Heman berpirsî got: ‘’Li sînorê her du gundên hatine bombebaran kirin bax û bostanên xelkê gund hene û werzê buharê ye û xelk li wan gundan naçar in qesta gundê xwe bikin û bax û bostanên xwe biçînin, lê ji ber tirsa bombebaranê û parastina giyana xwe hatin û çûn metirsîdar e û xelk ditirse û wek pêwîst nikare serdana gundên xwe bike.’’





2323 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad