English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-11 [01:37 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê, terorîstekî DAIŞê ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin.

Berdevkê asayişa Germiyanê, Osman Ebdulkerîm di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, hêzên asayişê karîn terorîstekî DAIŞê ku dixwast bi nasnameya derewîn ji Kelarê derbasî Silêmaniyê bibe, bigirin.

Osman Ebdulkerîm da zanîn, ew terorîstê ku hatiye girtin, ereb û 22 salî ye. Di lêpirsînê de jî mukir hatiye ku ji destpêka çêbûna DAIŞê de heta niha endam û çekdarê wê bûye.

Li gorî agahiyên wî efserê asayişê, ew terorîstê DAIŞê berpirsê veguhestina terorîstên DAIŞê bûye di navbera Kerkûk, Hiwêce û Pilkane.

 





2248 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad