English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-11 [12:36 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Îro çalakiyên heftiya 31.mîn salvegera tewana Enfalê li Germiyanê destpê kir û berdevkê lijneya bilind a salvegerê jî ragehand, îsal gelek çalakiyên cuda li bajar û bajarokê sînorê Germiyanê dê pêkbên.

Berdevkê lijneya heftiya 31.mîn salvegera Enfalê Bêstûn Jajleyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 11.04.2019ê li bajarên Kelar û Kifrî çalakiyên heftiya 31.mîn salvegera tewana enfalê destpê kir, ku biryare heftiyekî ew çalakî berdewam bin.’’

Herwaha got: ‘’Îro li koleja perwerdê ya destpêkê ya zankoya Germiyanê hejmarek çalakî û semînerên zanistî û wêjeyî û werzişî dê birêve biçin. Piştî nîvro jî li salona werzîşê û ciwanan pêşangeha çekên komkujiyê dê bê vekirin û piştre jî panela rêkarên bi jenosoid nasandina tewana enfalê bo rojnamevan û lêkolînvanên biyanî birêve biçe.

Navborî diyar kir: ‘’Îro herwaha li bajarê Kifrî hejmarek çalakiyên cuda dê pêkbên, ku maratonek û pêşkeşkirina hin nivîsên wêjeyî, hunerî û vekirina pêşangehê û helmeta şitil çandinê û semînerek jî dê pêkbê.’’

Jajleyî diyar kir: ‘’Ji bo îsal heftiya 31.mîn salvegera tewanê enfalê li bajarên Kelar û Kifrî û bajarokê Rizgarî dê pêkbên.’’





2386 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad