English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-11 [11:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Komek hunermendên Başûrê Kurdistanê, bo alîkarîkirina mexdûrên lehiyê li parêzgeha Loristan ya Rojhilatê Kurdistanê konsêrtan didin.

11 hunermendên Başûrê Kurdistanê roja 13 vê mehê li bajarê Silêmaniyê konsêrt didin, ew diravê ku di firotina bilêta wan konsêrtan de tê komkirin, dê ji mexdûrên lehiyê li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re bê şandin.

Ew konsêrt ji aliyê koma mûzîkê ya Lor ve hatiye organîzekirin. Ew hunermendên ku beşdarî konsêrtê didin, ev in:

Eta Çavşîn, Kenar Taha, Seidûn Kakeyî, Şîlan Osman, Mihemed Reûf Kerkûkî, Niyan Ebdullah, Loqman Selîm, Rênas Wirya, Osman Mîrweys, Şivan Qeredaxî, Azad Reş.

Konsêrt roja 13 vê mehê saet 17:00 li salona Huner ya Silêmaniyê tê lidarxistin.





3073 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad