English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-11 [10:21 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê şaredariya bajarokê Şêxan yê Duhokê ragihand, serokê hikûmeta Kurdistanê 400 milyon dînar bo çêkirina rêka perestgeha Lalişê terxan kiriye.

Serokê şaredariya Şêxanê, Xalid Nermo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî 400 milyon dînar (nêzîkî 340 hezar dolar)  bo çêkirina rêka Lalişê û çêkirina imbareka avê terxan kiriye.

Xalid Nermo her wiha gotiye, beriya hatina DAIŞê jî serokê hikûmetê 15 milyon dînar bo nûkirina Lalişê terxan kiribû lê ji ber şerê DAIŞê ew piroje hat paşxistin. Ji ber wê jî em li hêviya hikûmeta nû ne da ku ew piroje dîsa aktîf bibe.

Bi gotina serokê şaredariya Şêxanê, nûkirina Lalişê ji aliyê xêrxwaziyên êzîdî ve, ku par dest pê kiribû, didome.





2248 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad