English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-11 [09:25 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) biryar da ku mazbataya namzedên di hilbijardinan de biserketine bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) da ji karên xwe hatibûn dûrxistin nede wan.

Şeva bihorî 10. 04. 2019an YSKê ragihand ku li şûna wan kesên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatine dûrxistin, dê berbijêrên duyem ên biserketî bibin serokên şaredariyan. Li hinek navçeyan li dijî berbijêrên ku berê ji ber Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatibûn dûrxistin, îtiraz hatibû kirin, YSKê biryar da, ku ji wan berbijêrên biserketî re mazbata neyê dayîn.

Li gor zanyariyan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî ku li çend bajarên Bakurê Kurdistanê bi ser ketiye, şaredariyên bajarekî û çend navçe û nahiyeyan ji dest dide.





2341 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad