English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-10 [12:50 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Seroka Parlamentoya Kurdistanê diyar kir ku rûniştina Parlamentoya Kurdistanê dê dema xwe de pêkbê.

Berî naha gotegot hatin belav kirin ku, xwedê girawî îro 10.04.2019ê rûniştin dê bo demekî din bê paşxistin û li hember vê yekê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd ji çapemiyê re ragehand: ‘’Rûniştina parlamentoyê dê dema xwe de pêkbê.’’

Biryare di rûniştina îro de dengdan li ser proje yasaya sererast kirina yasaya serokatiya herêma Kurdistanê bê kirin.

PDK û Gorran li aliyekê û PDK û YNK jî li aliyek din, rêkeftin derbarê pêkanîna hikûmetê de kirin û di civîna borî ya parlamentoyê de jî bi amadebûna parlamenterên YNKê rûniştin pêkhat û xwandina duyem a proje yasayê hate kirin. Lê ji ber rijdbûna YNKê ya li ser zêde kirina payeyê cîgirê duyem a serokê herêma Kurdistanê careke din projeyê de sistbûn çêbû.





2335 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad