Hewlêr (ZNA) - Li bajarê Silêmaniyê, xortekî bavê xwe da ber kêran û kuşt.
Berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt di daxuyaniyekê de got, îro li Silêmaniyê xortekî bavê xwe da ber kêran, kuşt û reviya.
Serkewt Ehmed her wiha got, niha hêzên polîs li wî digerin.
Wî efserê polîs da zanîn, di nav wê malbatê de pirsgirêk hebûne, ew zilamê ku hatiye kuştin, hevjîna xwe berdabû. Vê sibehê jî li mala xwe de ji aliyê kurdekî xwe ve bi kêran hat kuştin.
2329 car hatiye dîtin |