English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-10 [09:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Partiyên Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe bo biryara Amerîka ya bi terorîst zanîna pasdarên Îranê nîşan da û ragihand, Amerîka di wê mijarê de gelekî gîro bû.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, ku ji çar partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye, li ser biryara Amerîka ya bi terorîst zanîna pasdarên Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew piştevaniya wê biryara serokê Amerîka Donald Trump dikin lê lazim bû zûtir ew biryar hatiba dayîn ji ber ku sipaha terorîstî ya pasdarên Îranê zêdetirî 40 salan e zilmek mezin li gelên Îranê bi taybet gelê kurd dikin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bang li welatên Ewropî û Yekitiya Ewropa kiriye, ew jî mîna Amerîka pasdarên Îranê bixin lîsteya terorîstan.

Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, ku tê wateya artêşa parêzvanên şoreşa îslamî ya Îranê û li Îranê bi kurtî jê re Sipah tê gotin, sala 1979, yanê çend mehan piştî serkeftina şoreşa Îranê, bi fermana rêberê wê demê yê Îranê Xumênî hat avakirin.

Sipah niha li Îranê ne tenê wek artêşa paralel kar dike, belkû tevahiya dezgehên hestiyar yên dewletê jî xistiye destê xwe. Sipah yekser fermanê ji Xaminêyî werdigire û guh nade serokê hikûmetê.





2188 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad