Hewlêr (PNA) - Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê êrişî 2 bîrên petrolê kirin. Di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de şerekî dijwar derket holê û termê çendîn çekdarên DAIŞê li ber destê hêzên ewlehiyê mane.
Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn a li bakurê Iraqê êrişî 2 bîrên petrolê yên bi navê Elas û Ecîl kirin.
Serkirdeyekî milîsên Şîe yên Heşda Şeibî yê bi navê Cebar Meimûrî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, yekîneyeke çekdarên DAIŞê ji Wîlayeta Neynewa ya DAIŞê êrişî hêzên ewlehiyê û milîsên Heşda Şeibî yên li nêzîkî her du bîrên petrolê yên Elas û Ecîl ê li bakurê parêzgeha Selahedînê kirin.
Cebar Meimûrî ragihand, hêzên ewlehiyê û milîsên Heşda Şeibî bersiva êrişa çekdarên DAIŞê dan û di navbera her du aliyan de şerekî dijwar çêbû.
Meimûrî got, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û milîsên Heşda Şeibî karî êrişa îro ya DAIŞê bo ser her du bîrên petrolê bişkînin û rewşê kontrol bikin.
Meimûrî diyar kir, ku di şer û pevçûnên îro de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termên wan jî ketine destê hêzên Iraqê.
Ji aliyekê din ve Parêzgarê Selahedînê Raîd Cibûrî ragihand, hêzên ewlehiyê û milîsên Heşda Şeibî deverên Fethe û Zerge yên li rojhilatê Çemê Dîcleyê ku dikevin rojhilatê bajarê Tikrît, navenda îdarî-siyasî ya parêzgeha Selahedînê, kontrol bikin.
Raîd Cibûrî da zanîn, ku di encama proseya girtina wan derveran de jî zirarek mezin gihîştiye çekdarên DAIŞê.
Roja 31ê Adar a sala 2015ê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kontrolkirina bajarê Tikrîtê îlan kiribû.
3784 car hatiye dîtin |
|