English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-09 [04:51 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Namzedê Partîya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku li gor encamên nefermî di hilbijartinan de serketî bû, îro preskonferansek li dar xist û pêşketinên dawî yên derbarê jimartina dengan agahî dan.

Îmamoglu got ku tevî ewqas jinûve jimartinan, ew hîn bi ferqeke mezin li pêş e û divê partîya desthilatdar serketina wî qebûl bike. Herwiha Îmamoglu gotiye:“Min ev hilbijartin qezenc kir û divê êdî derfet ji min re were dayîn ku ez dest bi xizmeta gelê Stenbolê bikim. Herkes baş dizane ku me hibijartin bir û bi dirêjkirina peyvajoya jinûve jimartinê zarar li nav û dengê Tirkîyê tê dayîn.”

Îmamoglu bi berdewamî got ku dubarekirina hilbijartinan bi ti awayî ne di rojeva wan de ye jiber ku bê guman e ku wî di hilbijartinê de berbijarê yekê derketiye.

AKPê li ser encamên nefermî yên Stnbolê daxwaza pêdeçûnê kiribû û dengên jimareke bajarokan jinûve hatibûn jimartin. Herwiha AKPê daxwaz kiribû li 31 navçeyên Stenbolê sindoq ji nû va bihêne hilbijartin lêbelê ev hatibû redkirin.

Îro Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz ghotibû wê îro îtiraza xwe ya derasayî ya ji bo navçeya Buyukçekmeceyê jî bikin.





2947 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad