English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-09 [03:49 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê odeya ragehandina asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê wan gotegotan de da, ku di torên civakî de belav bûye û tê gotin ku mayînek li ser şeqameke serekî ya Hewlêrê hatiye pûç kirin.

Îro 09.04.2019ê berpirsê odeya ragehandina asayîşa Hewlêrê Sebah Xidir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji aliyê hemwelatiyan ve em hatin agahdar kirin ku, tenekeyekî bi guman li ser şeqamekî Hewlêrê heye û tîmên me jî çûne bo wî cîhî bo çareser kirina wê.’’

Herwaha got, di encama kontrolan de derketiye ku ew tişte ne teqemeniye, tenê tiştekî bi guman bûye û ragehand: ‘’Biraderên me çareseriya wî tiştî bi guman kir û destpêkê tevdîrên pêwîst hatin girtin û bê ku ti ziyanek hebe hate çareser kirin.’’





2467 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad