English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-09 [01:47 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro berî nîvro, balefirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna binkeyên PKKê bi tundî gundên Mêrûk, Rebetke û Bêlmend bombebaran kir ku her sê gund jî gund ên Xirîstiyanan in.

Her sê gund ser bi nahye ya Çemamkê ya qeza Amêdiyê ne û hevsinorin li gel qeza Akrê.

Hemwelatiyê bi navê Toma Wilyam, ku yek ji kesên wan sê gundên Xirîstiyanan e, li ser bombebaranê ji K24ê re ragehand: ‘’Hemû camên pencereyên me şikestin û tirseke mezin ava bûye.’’

Herwaha got: Piştî bombebaranê em naçar bûn jin û zarokan ji gund derxînîn û biçîn gundên derdor.

Derbarê ziyanên heyî de jî got: cihê xweşhalîyêye ti zîyanên canî nebûne.





2380 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad