English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-09 [11:26 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) pesnên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di rizgar kirina bajarê Kobanê ya di şerê dijî DAIŞê de da.

Fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Kobanê di ahenga rizgar kirina Kobanê de ragehand, ew hêza Pêşmerge ya li başûrê Kurdistanê ve bo piştevaniya şervanên YPGê çûn Kobanê xwedî rol bûn di şikestanîna rêxistina terorîst a DAIŞê de û spasiya hêzên Pêşmerge kir.

Mazlum Kobanê herwaha pesnên wan çekdarên biyanî jî da ku, ji seranserê cîhanê ve bo şerê dijî DAIŞê hatibûn gel kurdan cîh girtin.

Di dawiya sala 2014ê de DAIŞê êrîşekî berfireh bir ser bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û piraniya navçeyên bajar dagir kir û wêran kir.

Roja 28.10.2014ê bi biryara Serok Barzanî û pejirandina biryar a li Parlamentoya Kurdistanê ve, hêzeke Pêşmerge ji axa Bakurê Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ji bo piştevaniya YPGê çû Kobanê û beşdarî şerê dijî DAIŞê kir.

Destpêka sala 2015ê hêzên YPGê bi piştevaniya Pêşmerge ve bajarê Kobanê bi temamî rizgar kirin û rêxistina terorîst şikandin.





2548 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad