English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-09 [10:30 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bi rêya parêzerên xwe pirsên DW Tirkiyê bersivandiye. Demîrtaş li Girtîgepa Cureya Fyê ya Edirneyê tê girtin.

Demîrtaşî di bersivên xwe de gotiye encam ji bo eniya desthilatdariyê têkçûn e.

Herwiha Demîrtaş diyar kiriye ku hilbijartin ne di nava şert û mercên wekhev û adil de çêbûye û partiyên mixalif, bi taybet jî HDPê kampanyeya xwe ya hilbijartinê di bin fişar û gefan de meşandiye.

 

Demîrtaşî wiha berdewam kiriye: “Digel vê rewşê, encama ku derketiye holê ji bo desthilatdariyê têkçûne. Eniya mixalîf bi van hilbijartinan re vebijarkeke demokratîk saz kiriye. Ez vê gelekî girîng û bi wate dibînim.Li vir rola HDPyê berbiçav e. Kedeke mezin a her hevalekî min di vê serkeftinê de heye ku bi şev û roj û bi fedakarî kar kirine. Siyasetmedarên HDPyî di serî de, ji bo hemû hilbijêrên me, ez spasiyên xwe ci dil û can pêşkêş dikim. Digel ku ez li girtîgehê me, heke roleke min a biçûk jî çêbûbe ez ê bextewar û şanaz bibim. Ev serkeftina HDPyê ye. Şaş e ku weke serkeftina min bê dîtin. Lewre ez jî HDPyî me.”





3037 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad