English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-09 [09:40 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî din ê kurd li bajarê Kerkûkê ji karê xwe hate dûrxistin û kesekî ereb li cîha wî hate danîn.

Li gor zanyariyên berdest, bi nivîsekî fermî ya hikûmeta Iraqê ve rêveber karûbarên navxwe yê parêzgeha Kerkûkê Emîd Yadigar Şikur ji kar hatiye dûrxistin.

Li gor K24ê ku ji kesûkarên Yadigar Şikur veguhestiye, duh berpirsekî ereb ê xelkê Silêman Beg ê bi navê Sînan, çûye nav rêveberiya karûbarên navxwe ya parêzgeha Kerkûkê û ji karmendan re ragehandiye ku êdî ew rêveberê wê fermangehê ye.  

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê, milîsên Heşdî Şeibî parêzgerekî ereb li dijî kurdan li ser bajarê Kerkûkê ferz kir û ew jî berdewam berpirs û fermanberên kurd ji karên wan dûrdixe û di cîha wan de ereban bicîh dike.





2503 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad