Hewlêr (ZNA) - Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, sibê bi helkefta şanzdehemîn salvegera azadkirina Iraqê û hilweşandina rêjîma dîktatoriya Sedam Husên, bêhnvedana fermî ye.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ragihand, sibê (9 vê mehê) bêhnvedana fermî ye.
Sefîn Dizeyî daye zanîn, ji ber ku sibê helkefta salvegera azadkirina Iraqê û hilweşandina rêjîma dîktatoriya Sedam Husên e, loma bêhnvedana fermî.
Amerîka şeva 20 Adara sala 2003 êrişî Iraqê kir û roja 9 Nîsana heman salê Iraq bi temamî ket bin kontrola Amerîka û rêjîma wê çaxê ya Iraqê hilweşiya.
2518 car hatiye dîtin |