English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-08 [12:40 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Îro şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li rêberê giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Irfan Elî Ebdulezîz û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de pêşketinên navçeyê û pêwîstiya yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî amaje bi pêwîstiya yekrêziya gelê Kurdistanê û bahayên berjewendiya giştî kir û ragehand, gelê Kurdistanê hêjayî xizmeta zêdetir e û nabe bibe qurbana berjewendiyên partiyan.

Herwaha balkêşandina ser guftûgoyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê çêbû û hat diyar kirin ku pêwîste ji bo dabîn kirina daxwazên hemwelatiyan pêwîste pêngav bilez bên avêtin.

Li hember jî rêberê giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê rola Serok Barzanî ya nêzîkbûna aliyan de, bandor û pêwîst dît û herwaha amaje bi yekrêziya ji bo bihêzbûna zêdetir a herêma Kurdistanê kir û daxwaza serkeftinê di erkê xwe yê nû de ji Mesrûr Barzanî re xwest û piştevaniya partiya xwe bo bicîhanîna erkê niştimanî û giştî de ragehand.





2431 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad