Hewlêr (ZNA) - PDK û YNK rêkevtineka din bi armanca pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê îmza bikin.
Endamê Civata Nawendî ya YNKê Bextiyar Şaweys ji K24ê re ragehand: Biryare şanda danûstankar ên PDKê û YNKê bicivin, dûv re jî cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl, derbarê pişka YNKê ya di hikûmet, parlamento û serokatiya herêma Kurdistanê de rêkkevtina di navbera PDKê û YNKê îmza bikin.
Berê jî endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ragehandibû: PDKê rêkkevtina sîyasî li gel YNKyê îmza kirîye û tenê maye rêkkevtina pişikdariya wan di hikumetê de bê îmza kirin. Me jî ti arîşe nîne û Em amade ne wê rêkkevtinê îmza bikîn.
Duh çend berpirsên YNKê ragehandibûn ku evro ew rêkkevtin dê bê îmza kirin, lê gor ew zanyariyên berdest, îro civîna PDKê û YNKê pêknayê.
2491 car hatiye dîtin |