English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-08 [09:33 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Ew helbestvanê kurd yê Îlamî yê kêmendam, ku ji ber xatirê Newrozê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin, hat berdan.

Roja 19 Adara îsal, helbestvanê kurd yê kêmendam Jakan Baran, ku xelkê bajarokê Melekşahî yê Îlamê ye, li bajarokê Melekşahî û di merasima Newrozê de ber xwandina helbestek netewî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin.

Li gorî agahiyên dezgeha Hengawê, Jakan Baran duh li hember 50 milyon tûmen (nêzîkî 4 hezar dolar) û bi awayekî mercdar hat berdan. Jakan dê li benda roja dadgehê bibe, îhtimal heye dadgeh dîsa fermana girtina wî bide.

Navê rastî yê Jakan Baran, Husên Baqirî ye ku helbestvanekî navdar yê wê deverê ye. Jakan ji ber çalakiyên xwe, heta niha gelek caran hatiye girtin û berdan.

 





2404 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad