English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-07 [12:30 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî PDKê li Kerkûkê dibêje, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê hefteyek mohlet daye komek malbatên kurd û ji wan re gotiye, divê ji taxa xwe derkevin!

Endamê encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Ednan Kerkûkî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ji komek malbatên kurd yên ku li taxa Behar ya bajêr dijîn, re gotiye ku divê di nav hefteyekê de ji taxê derkevin.

Ednan Kerkûkî her wiha gotiye, ti arîşeya qanûnî û hiqûqî ya malbatan nîne lê bi behaneyên vala dixwazin kurdan ji bajêr derxînin û li şûna wan ereb û turkmenan bicîh bikin. Li wê taxê turkmen û ereb jî hene lê tenê ji kurdan re gotine derkevin.





2395 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad