English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-07 [11:29 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeka ayînî ya ermeniyan kir.

Îro danê sibê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeka ermeniyên Kurdistan û cîhanê kir.

Di civînê de rewşa mesîhî û ermeniyên Kurdistan û Iraqê hat axaftin û hat têkestkirin ku divê şert û mercên pêwîst bo vegera koçberên mesîhî û ermenî bo ser mal û warê wan li deşta Neynewa bên dabînkirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir, ji bo ku hewl û pilanên nehîştin û asîmîlekirina nasnameya mesîhiyan û guhertina demografiya deverên wan negihên armanca xwe divê mesîhî zêda xwe neterikînin û got, em li ser piştevanîkirina mafên birayên mesîhî û ermenî berdewam in.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê anî ziman di bin her şertekê de gelê Kurdistanê dest ji çanda lêborîn û pêkvejiyanê bernade, ji ber ku wê çandê reha xwe di dîrokê de kutaye û got, Kurdistan dê her dem wek navenda biratî û pêkvejiyana aştiyane ya hemû netewe, ayîn û etnîkan bimîne.

Şanda mêvan jî spasiya Serok Barzanî û gel û hikûmeta Kurdistanê kir ku di qonaxên cuda de sitar dane mesîhiyên Iraq û di vekirina dêrên ermeniyan li Hewlêr û bajarên din yên Kurdistanê alîkar û piştevan bûne.

Şanda ermenî di dawiyê de serkeftin ji kabîneya nû ya Kurdistanê re bi serokatiya Mesrûr Barzanî, xwast.





2281 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad