English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-07 [10:46 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şandeka hikûmeta Iraqê serdana deriyê sînorî yê Seyranben yê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de dike ji bona ku bizane ka ew derî dikare bibe deriyekî fermî yan na.

Qaymeqamê bajarokê Pêncwên yê Silêmaniyê, Zana Rehman ji BasNewsê re got, şandeka hikûmeta Iraqê serdana sînorê Seyranbenê dike, paşê raportekê li ser amade dike û dide serokê hikûmeta Iraqê.

Zana Rehman her wiha got, şanda hikûmeta Iraqê dê di raporta xwe de behsa wê yekê bike ka deriyê Seyranbenê dikare bibe deriyekî fermî yan na.

Qaymeqamê Pêncwênê anî ziman, eger deriyê Seyranben bibe deriyekî fermî wê çaxê firsenda kar bo gelek kesan çêdibe û got, ji xwe niha di warê bazirganî û tûrîzmê de aktîf e, eger bibe fermî êdî welatî dikarin bi pasaportên xwe tê re derbas bibin.

Parêzgarê Helebcê, Azad Tofîq jî ji BasNewsê re got, şanda hikûmeta Iraqê dê serdana deriyên sînorî yên Pişte û Tewêle jî bike û li ser wan sînoran jî raportan bide serokê hikûmetê da ku were zanîn ka ew dergehên sînorî dikarin bibin deriyên fermî yan na.

Şanda hikûmeta Iraqê ji 12 kesan pêk hatiye û duh êvarê gihîşt bajarê Silêmaniyê.





2488 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad