English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-07 [09:22 AM]

Hewlêr (ZNA) -


PAKê bang li girtiyên siyasî kir ku demildest dawî li çalakiyên xwekujiyên bînîn. Herwiha rene li helwsêta KCK- HDPê jî hatiye kirin heger ew çalaki bi dawî nebe wê hejmara kuştiyan zêde bibe.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê çalakiyên xwekuştinên yên girtiyên siyasî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da wiha hatiye gotin: “Girêvên birçîbûnê ku ji alîyê Parlamentera HDPyê Leyla Guven va, bi gotara ''Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalanî bê rakirin' hatibû destpêkirin û bi beşdarîya gelek kesên di girtîgehande ne û li derve jî didomin, bi çalakîyên xwekujîyê êdî dirûveke din girtîye. Heta niha, mixabin, 8 kesan dawî li jîyana xwe anîn. Heke mudaxele lê neye kirin, teqez e ku ev hejmar dê zêde bibe.”      

Lêbelê, bi daxwazên ku KCK û HDPyê derdixin pêş, girêvên birçîbûnê û çalakîyên xwekujîyê, mijar anîye wê asta ku ji armanca xwe dûr bikeve. Bi gotara 'Ez ê Tirkîye demokratîze bikim'  meriv mirovan bide  kuştin çi qasî şeş be; bo rakirina tecrîda li ser Ocalanî kişkişandina mirovan ber bi mirinê ve jî bi wî qasî şaş e. Tu polîtîkayên tecrîdê, bi qasî  jîyana ciwanekî ku mafê soza li ser jîyana xwe ji destê wî tê sitandin, nikare bibe girîng!

Di berdewamiya daxuyaniyê da rexne li helwêsta KCK- HDPê hatiye girtin û wiha hatiye gotin: “KCK  di dawîn daxuyanîya xwe de dibêje 'Ew kesên ku van çalakîyan pêk tînin deynên xwe bo Abdullah Ocalanî didin'Beyî ku em bikevin ti analîzên bîrdozî, sîyasî û însanî ên di derbarê van çalakîyan de, beyî ku em hewce bibînin vê daxuyanîya dûrî aqilan a KCKyê şîrove bikin, tekane gotina li ser van çalakîyên ku bi naveroka xwe, bi şêwaz û wext û armancên xwe ji serî heta binî şaş in û zirarê didin keç û xortên me û mirovên me ev e: Çiqas zû ji şaşî û zirarê bifilitî ewqas baş e. Divê demildest dawî li çalakîyên xwekujî û girêvên birçîbûnê bê anîn.

Rijdîya HDP û KCKyê ya li ser vê şaşîyê, piştgirîdana wan a bo vê çalakîya şaş û zirardar, dê bibe rijdîyeke ku webala wê dê giran be.Gotarên kesên ku çalakîyên xwekujîyê teşwîq dikin û piştgirîyê lê dikin û gotarên wan kesên  ku bi awayekî plankirî sîyaseta xendek û barîkatan pêk dianîn, çiqas dişibin hev!

Lê dîyar dibe ku, piştgirîdana grêvên birçîbûnê û xwekuştinan a ji alîyê wanEm dibînin ku wan  kesên bi nezanî piştgirî didan sîyaseta xendek û barîkatan,  îro jî piştgirîyê didin vê helwesta girvên birçîbûnê û xwe întîxar kirinê. Ma ev ne nîşana wê ye ku van kesan ji texrîbat û zerarên xendekan hîna jî ders dernexistine, ma emê vê yekê  çawa bê şîrove bikin?Em bangî rêvebirên KCK û HDPyê dikin: Beyî ku xwe bi helwesta Dewleta Tirkîyeyê bigirin, demildest dawî li van çalakîyan bînin!

Em bangî hemû endam û alîgirên KCK û HDPyê, derûdorên ku piştgirên wan in û di serî de malbatên girtîyên sîyasî, em bangî hemû gelê xwe dikin ku di vê mijarê de dengê xwe bilind bikin û ji bo demildest dawî li van çalakîyan bê anîn, helwesteke zelal nîşan bigirin.

Bêguman, parastina mafê jîyanê ya her zindanîyekî, di berpirsîyarîya Dewleta Komara Tirkîye de ye. Ji sersarîya li hember xwekuştinan dîyar e ku dewlet peywirên xwe yên di vî warî de nayîne cih.

Dewleta Tirkîyeyê, beyî ku xwe bispêre hincetekê, bi taybetî li ser grêvên birçîbûnê û xwekuştinan, bi gelemperî jî divê demilest dawî li sîyaseta xwe ya êrîşkar ku azadîya fikir û birêxistinbûyînê binpê dike û şerî gur dike û li dijî kurdan e bîne; azadî û mafên hemû girtîyên li zindanan mîsoger bike."





2419 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad