English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-05 [11:47 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Du gundên bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo ku nekevin bin ava bendava Kanî Sêvê, tên veguhestin.

Alîkarê waliyê Ormiyê di warê avedankirinê de, Peyman Aramûn ragihandiye, piştî ku gola bendava Kanî Sêvê yê Pîranşarê tijî av bibe gundên Kasekeran û Soxanlû dê bikevin bin avê.

Wî berpirsê eyaleta Ormiyê daye zanîn, ji ber wê jî wan biryar dane wan gundan veguhezin cihekî din û gotiye, dê ew gund bi temamî bên çêkirin paşê gundî derbasî wan gundan bên kirin.

Hikûmeta Îranê bendava Kanî Sêvê li ser çemê Gilaz, ku dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûr çêkiriye ji bo ku nehêle ava wî çemî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê di resmiyetê de wisa tê gotin ku ew bendav bo veguhestina ava çêm e bo gola Ormiyê.





2323 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad