English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-04 [12:22 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 04.04.2019ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Ermenîstanê yê Iraqê Hrachya Poladyan kir.

Di hevdîtinê de pêşhat û peşketinên navçeyê û pêşxistina peyvendiyên dualî yên navbera Komara Ermenîstan û herêma Kurdistanê bi hemû waran de hatin guftûgo kirin. Mesrûr Barzanî pêşxistina peyvendiyên aborî û ferhengî bi awayê ku xizmet ji berjewendiyên her du aliyan re bike giring pênase kir.

Di beşeke din ê hevdîtinê de jî zulma li hemû dîrokê de ji her du gelên Kurdistanê û Ermenîstanê re hatiye kirin bal hat kêşandin û amaje bi peyvendî û dostaniya dîrokî ya navbera her du gelan de hate kirin.

Herwaha balyozê Ermenîstanê yê Iraqê jî, awat û daxwaza serkeftinê ji ber serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê re Mesrûr Barzanî re xwast û amadebûna welatê xwe ya ji bo pêşxistina peyvendiyan di hemû war û ast de li gel herêma Kurdistanê û herwaha alîkarbûna kabîneya nû ragehand û got, Ermenîstan bi nirxeke mezin ve li pêgeha herêma Kurdistanê ya li navçeyê dinêre.





3046 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad