English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-04 [10:39 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê, zarokek di nav çemê ku ava wê ji ber baranê zêde bibû, xeniqî.

Duh zarokekî 3 salî bi navê Bahoz Mendûh li bajarê Zaxo di nav çêm de xeniqî.

Bavê wî zarokî ji K24 re gotiye, piştî baranê ava çemê nav bajêr zêde bûye. Kurê wî jî çûbû bi hevalên xwe re bilîze lê heta dereng venegeriyabû mal. Piştî çend saetan termê wî ji nav çêm derdixin.

Bavê wî zarokî daxwaz ji hikûmetê kiriye, çareyekê ji wî çemî re bibînin da ku zarokên din mîna kurê wî di nav çêm de nexeniqin.

Ew çemê ku ji nav Zaxo re derbas dibe, di nav malan re derbas dibe.





2938 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad