Hewlêr (ZNA) - Amerîka hişyariyek din jî da Tirkiyê û ragihand, eger Tirkiye bi serê xwe êrişî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dê “encamên xirab” bi xwe re bîne.
Duh wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîka li Waşingtonê hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê, Wezareta Derve ya Amerîka li ser naveroka civînê daxuyanî da û ragihand, di hevdîtina her du wezîran de Mike Pompeo li ser operasyona li dijî Sûriyê hişyarî daye Tirkiyê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka, Pompeo ji Çavûşglu re gotiye, eger Tirkiye bi serê xwe operasyonê bike dê encamên xirab bi xwe re bîne.
Ev demek dirêj e Tirkiye dixwaze êrişî Rojavayê Kurdistanê û herêmên di destê YPG û HSDê de bike, bi hêceta ku ew girêdayî PKKê ne.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 30 Adarê, yanê rojekî beriya hilbijartinên şaredariyan gotibû, yekemîn karê me piştî hilbijartinan, çareserkirina rewşa Sûriyê ye.
Bi nêrîna şirovekarên siyasî, Erdogan bi wê yekê îşareta operasyonê li dijî Rojava û bakûrê Sûriyê dabû.
Amerîka duh li ser kirrîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê jî hişyariyek tund dabû Tirkiyê.
3070 car hatiye dîtin |