English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-04 [09:56 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Jinekê li bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber pirsgirêka malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor malpera rêxistina Mafê Mirov a Hengaw şeva borî 03.04.2019ê, jineke xelkê Kirmaşanê ya bi navê Şilêr Qadirî ji ber pirsgirêka xwe ya li gel hevjînê xwe û xesûya xwe, xwe daliqandiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gor heman malperê Şilêr Qadirî xelkê gundê Dewan a ser Bexşî Bayîngan a ser bi bajarê Pawe ye û saleke zewiciye û li Kirmaşanê bicîh bibûn.

Li gor agahiyên heman çavkaniyê di sê mehên borî de herî kêm li Rojhilatê Kurdistanê 20 jina xwe daliqandine.





2941 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad