Hewlêr (ZNA) - Hat ragihandin li Îranê ji ber barana zêde ya ku ev bû du hefte dibare 62 kes mirine.
Derbarê mijarê de ji teref Serokê Sazîya Tipê ya Adlî yê Îranê Ahmed Şucaî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya da Şucaî destnîşan kiriye 62 hemwelatî ji ber lehiyê mirine û 92 gund jî hatine valakirin.
Li Îranê ji ber barana ku ev bû du hefteye dibare nexasim li rojavaya başûrê Îranê lehî rabûye û bendav tijî bûne û metirsî li ser jiyana hemwelatiyan çêbûye. Heta aniha lehiyê tesîreke gelekî zêde li Loristan, Ehwaz, Gulistanê kiriye.
2986 car hatiye dîtin |