English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-03 [03:52 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Mesûd Barzanî ragihand, PDK partiyeke damezrawîye û di bin fişar, bombe û firokeyan de her dem xwastiye çawa kadroyên xwe bigihîne û bi çi awayekî be jî pêwendiyên di navbera wan kadroyan û welatiyan de dirust bike.

Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê di gotarekê de ragihand, PDK dirust bûye, ne ji bo dijayetiya ti partiyekê yan aliyekî bike, belkû PDK ji bo xizmeta kurd û Kurdistanê hatiye damezrandin.

Herwiha tekez kir, dîroka PDKê beşeke girîng ji dîroka Kurdistanê ye, her neteweyek heger dîroka xwe nizanebe, nizane çawa pêgavan bo pêşerojê bavêje. 

Serok Barzanî herweha ragihand, DAIŞ gefek cidî ser welatiyan e. divê ew pirsgirêkên bûne sedema serîhildana vê rêxistinê werin çareserkirin.

Barzanî got jî, tevî ku ziyanek mezin gihiştiye DAIŞê, lê hîn jî ew bidawî nehatiye û tekez kir, sedemên serîhildana DAIŞê hîn jî mane û nehatine jinav birin.





3025 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad