English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-03 [12:51 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena parêzgeha Besrayê bi piraniya dengan ve ji bo bûyîna herêmeke serbixwe ya ser bi Iraqê ve deng da.

Endamê encûmena parêzgeha Besrayê Nazim Nemir ji çapemeniya Iraqê re ragehand, di civîna encûmenê de ji 35 endaman, 21 endaman deng daye herêmbûyîna parêzgeha Besrayê.

Nazim Nemir ragehand, encûmena parêzgeha Besrayê fermangeha yasayî erkdar kiriye ku pêdeçûnê li ser vê babetê û bicîhanîna rê û karên yasayî bike.

Li gor destûra mayînde ya Iraqê hemû parêzgehên Iraqê mafê wan heye daxwaza herêmbûnê bikin. Lê bi mercê ji sêyan yek endamên encûmena parêzgehê daxwaza herêmbûnê bikin.

Parêzgeha Besrayê li başûrê Iraqê ye û wek rek ango damara serekî ya aboriya welat e. Lê ji aliyê hikûmetê ve bi temamî hatiye piştguh kirin û rûniştvanên wê ji ava vexwarinê jî bêbeş in. ji ber çend saleke hewlda ragehandina herêma Besrayê tê dayîn.





3073 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad