English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-03 [12:38 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî dibêje, hebûna kesekî mîna serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dawî firsend e bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Îro li Hewlêrê çardehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ji aliyê Serok Barzanî ve hat vekirin.  Barzanî di merasima vekirina pêşangehê de axivî û daxuyaniyên girîng da.

Barzanî piştî ku behsa pêşangehê kir, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê jî axivî û ragihand, ew êdî wext heder nadin û nikarin li benda ti kesî bimînin û dê dest bi pêkanîna hikûmetê bikin.

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî Barzanî da xuyakirin, hebûna serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dawî firsend e bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê.

Serok Barzanî behsa DAIŞê jî kir û ragihand, metirsiya DAIŞê li Iraqê xilas nebûye ji ber ku sebebên derketina DAIŞê hîn li Iraqê mane.

 





3079 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad