Hewlêr (ZNA) - Îro 03.04.2019ê bi amadebûan Serok Mesûd Barzanî û hejmarek rêveberên Kurdistanê, Iraqê û rewşenbîrên gelê kurd ve, 14.mîn pêşangeha navnetewî ya Hewlêrê bo ya pirtûkan hat vekirin.
Pêşangeh li salona navnetewî ya nav Parka Şehîd Samî Ebdulrehman hat vekirin.
Pêşengah dê 10 rojan berdewam be, herwaha milyonek pirtûkên cuda, ji aliyê 40 dezgayên çape û weşanxaneyên Kurdistanê û 260 dezgayên çap û weşanxaneyên welatên cîran û cîhanî ve hatine çap kirin dê bên pêşandan.
2968 car hatiye dîtin |