English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-03 [11:27 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Ji ber barîna barana zêde û lehiyê, zêdetirî 15 parêzgehên Îranê ber vê şepolê ketiye û heta naha 66 kesan jiyana xwe ji dest daye, ku beşek ji wan ji parêzgehên Loristan, Îlam û Kirmaşanê ne.

Li gor gotinên berdevkê rêxistina hewar çûna Îranê Mecîd Xalîdî, heta duh êvari li parêzgeha Fars 22 kes, li Gulistan 7 kes, li Mazinderan 5 kes, li Xorasan a bakur 3 kes, li Bûyir Ehmed 3 kes, herwaha li Zencan kesek û Qezwînê jî kesekî jiyana xwe ji dest daye û zêdetir ji 500 kesan jî birîndar bûne û bi sedan milyar ziyanên darayî geheştine bi gelek sektorên xizmet û av, elektrîk, gaz û xetên telefonê.

Li gor zanyariyên çapemeniya herêmî li Kirmaşan, Îlam û Loristanê duh 02.04.2019ê dubare ew pêla barîna baranê Kirmaşan û Loristan jî girtiye û gelek taxên Kirmaşan û çend bajar û bajarok û bi sedan gundên bajarên Meimûlan û Pulduxter ên Loristanê bin avê de mane. Lehî pir bi bandor bûye ku li gel xwe karesatek aniye û jin, zarok, pîr û astengdar aware û bê xanî mane.





3049 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad