Hewlêr (ZNA) - Civîna parlementoya Kurdistanê ya li ser hemwarkirina qanûna Serokatiya Kurdistanê, ku biryar bû duhî were kirin, îro tê lidarxistin.
Biryar bû duhî (2 Nîsanê) parlementoya Kurdistanê xwandina duyem li ser hemwarkirina qanûna Serokatiya Kurdistanê bike lê civîn hatibû paşxistin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, civîn dê îro saet 15:00 were lidarxistin.
Sekretera parlementoya Kurdistanê Muna Qehweçî duh ji K24 re gotibû, civîn ji ber wê yekê hat paşxistin da ku partiyên din jî bi taybet YNK firsenda wê bibînin beşdarî civînê bibin.
2284 car hatiye dîtin |