English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-03 [10:16 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Dijeterora Kurdistanê derbarê 2 nûciwanên Erebîstana Siûdî daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê da nûçeya (El Erebîyê) hatîye redkirin.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyanîyekê da hûrgilîyên vegerandina 2 nûciwanên Erebîstana Siûdî xist berçavan û ragehand: “Vegerrana wan nûciwanên Siûdî ti peywendî bi Tirkîyayê ve nîne û bi rê ya Herêma Kurdistanê ve radestî Konsilxaneya Siûdîyê hatîne kirin.

Daxuyanîya Dijeterora Kurdistanê wiha ye:

Kenala El Erebîye, li di roja 31/ Adarê, di raportekê da behsa vegerrandina 2 nûciwanên Siûdî dike ku bavê wan ve bi xwe re biribûn nav rêzên rêkxistina terorî ya DAIŞê li Sûrîyê û hêzên Asyîşa Siûdîye karine ji welatê Tirkîyê wan zarokan vegerînin welatê wan.

Ev dû nûciwanên, ku navê wan Ebdûllah Nasir Ebdûllah, temenê wî 15 sal e û Ehmed Nasir Ebdûllah temenê wî 12 sal e, li meha Tîrmeha sala 2014ê bi armanca geşt û gerîyanê li gel bavê xwe diçin Tirkîyê, dûv ra bavê wan, wan dibe nava DAIŞê li Sûrîyê. Piştî mehekê bavê wan di nav DAIŞê dihê kuştin. Herdû zarok bo demeka dirêj ji alîyê pîremêrekî dihên xwedîkirin.

Li 26/Adara borî, herdû zarok, Ebdûllah Nasir û Ehmed Nasir digehin xal a Sinorî ya Pêşxabûrê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de. Ji alîyê rêveberînî ya giştî ya Dijeterora Kurdistanê dihên wergirtin û dûv re jî wan radestî Konsilxaneya Siûdîye dike li Hewlêrê û dihên vegerrandin bo welatên wan.

Ev di demekê deye ku piroseya vegerandin û radestkirina wan dû zarokên Siûdîye ji Herêma Kurdistanê bi harîkarîya Dijeterora Kurdistanê hatîye encamdan û ti peywendî bi welatê Tirkîyê ve nîne, wek di wê rapora kenala El Erebîye de hatîye belav kiri





2185 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad