English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-03 [09:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)  derbarê Hilbijartinên Herêmî de daxûyaniyek hevpar dan raya giştî.

Daxuyaniya hevpar a PSKê û PAKê waha ye:       

Ji bo raya giştî;

Hilbijartinên  herêmî yên  31ê Adara 2019an, li ser esasê zilm, zordestî, bêedaletî û şovenîzmê  û bi sîyaseta ku bi dijayetîya Kurdan ve hatîye hûnandin  pêk hat û ev yek bû fikra esasî ya hilbijartinan.

Îktidara AK Partîyê ku Tirkîyeyê bi rê ve dibe, hebûna xwe spartîye sîyaseta dijberîya kurdan. Li hember hemû nirx û hêjayîyên kurd û Kurdistanê, serferberîyeke mezin îlan kirîye. Hemû maf û azadîyên esasî bi destê xwe daye alîyekî, rejîmeke keyfî damezirandîye.

Herî dawî bi rêya Qeyûmên tayînkirî, îradeya gelê Kurdistanê tune hesibandîye, li Kurdistanê sîstema ”walîtîya mêtingehkarîyê” pêk anîye.

HDP ya ku piranîyeke mezin ya gelê Kurdistanê piştgirîya wê dike, di şûna ku rêzê li vê piştgirîyê bike û pêwîstîyên wê pêk bîne, ji polîtîkayên şîdetê re stûyê xwe  xwar kirîye, bi piştgirîya polîtîkaya xendekan, rê ji kuştina bi hezaran canan û ji wean kirina bajarên me re xweş kirîye.

Dema hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an hat rojevê, em weke  Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û ji bo şikandina nîrê zilmê zordarîya ku miletê me tê de dijî û ji bo pêşkêşkirina alternatîfeke neteweyî û demokratîk, me li gel  sîyasetmedar, rewşenbîr û  kesayetên welatperwer  Tifaqa Welatperwer û Demokrat ava kir.

Me biryar girt ku,  bi şîara ”Ne xendek, ne jî qeyûm, em ê bajarên xwe û welatên xwe bi xwe bi rê ve bibin” li Dîyarbekir, Mêrdîn, Batman û Mûşê, li çar bajar û çar qezeyan, bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin. Li cîyên ku me namzed dernexist jî me biryara piştgirîya namzedên serbixwe yê welatparwer  da.

Me di nav mehekê de, li cîyên ku me namzed derxistibû, kampanyeyeke hilbijartinê ya ku ji  hêza  me jî dibihurî  meşand. Me aktorên ku agir bera Kurdistanê dane û sîyaseta wan a xerabker  teşhîr kir. Me destnîşan kir ku gelê me li hember zilm û zordestîya ku lê tê kirin, ne bê çare ye, ne bê alternatif e.

Me bi fedakarîyeke mezin xebatên xwe meşandin da ku em bikaribin vê axa mirîyan ya ku dixwazin li ser civata Kurdistanê werbikin, ji navê hilînin. Me,ji bo hilweşandina  van dîwarên tirsê yên ku ji bo gelê me bêzar bikin tên avakirin, xebateke fedakarane meşand. Di vê merhelê de derket holê ku milletê Kurd li hember sîyaseta wêrankar û zordest, ne bê çare ye, ne bê alternatif e. Bawerî û cesareta gelê me ya ku wê bikaribe azadîya xwe ya netewî bi dest bixe, zêdetir bûye.

Helbete ku emê weke Tifaqa Welatperwer û Demokrat di derbarê van dengên ku me girtine de emê nirxandinên pêwîst bikin û encamên van nirxandinan emê bi  gelê re parve bikin. Lê , aşkere ye ku bi xebatên xwe yên di dema hilbijartinê de, bi hûnandina peywendîyên  bi  deh hezaran gelê me re, bi helwest û propagandaya netewî û welatperwer ve, Tifaqa Welatperwer û Demokrat roleke dîrokî jî lihîstîye.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku partîyên me pêşêngîya wê kirin û ji alîyê hinek derûdor û şexsîyetên  welatperwer  ve dihat piştgirîkirin, di pêvajoya hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, bi sekna xwe ya biryardar û bi cesaret ji alîyekê ve derîyekî nuh vekir. Ji alîyekî din ve jî di pêvajoya xebatên hilbijartinan de bi, hemahengî , bawerî û bi  çanda bi hev re karkirinê ya di navbera pêkhateyên tifaqê de,  ji  bo yekîtîyên netewî yên mayînde zemîneke xweştir hate hûnandin.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat ji nuha ve nîşan daye ku , xwedî potansîyelekê ye ku dikare ji gelê me re bibe cîhê hêvîyê.

Em deyndarê spasdarîya hemû kedkarên vê xebata hilbijartinê ne.

Em bi hestên xwe yên minetdarîyê spasî  hemû gelê xwe yê ku deng dane me,  di kampanyaya   namzedên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat de bi awayê maddî û manewî  li gel me bûne, piştgirî dane me dikin.

Em ê di derbarê encamên  hilbijartinên 31ê Adarê de îzahet û analîzên xwe yên hûrgilî paşê bi raya giştî re par ve bikin.

Li gel rêzên xwe, em raya giştî agahdar dikin.

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)                    

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)  





2317 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad