English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-02 [11:10 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlementoya Kurdistanê duyemîn civîna xwe li ser hemwarkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk tîne.

Parlementoya Kurdistanê îro dîsa li ser hemwarkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê dicive. Civîna îro duyemîn civîn e li ser hemwarkirina wê qanûnê.

Civîna yekem ya parlementoyê li ser qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 30 Adara îsal hatibû kirin. Di wê civînê de qanûn bi vî rengî hatibû hemwarkirin ku heta nivîsana Qanûna Esasî ya Kurdistanê, serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin.

Parlementerê PDKê Seîd Mistefa di daxuyaniyekê de got, bi îhtimala zêde qanûna Serokatiya Kurdistanê îro were pesendkirin ji ber ku dengên pêwîst hene.

Parlementerê Gorranê Celal Mihemed jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, piştî pesendkirina qanûna Serokatiya Kurdistanê serok dê were hilbijartin. Ew jî bi texmîna heta 15 vê mehê xilas dibe. Piştî wê jî dê serokê Herêma Kurdistanê kandîdê serokatiya hikûmetê bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ji ber ku YNK û PDK li ser pêkanîna hikûmetê negihîştine rêkeftinê, firaksyona YNKê beşdarî civîna îro ya parlementoyê nabe.





2242 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad