Hewlêr (ZNA) - Kolberekî Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mînê de birîndar bû.
Duh kolberekî Rojhilatî bi navê Kerîm Rastî li ser sînorê Başûr û Rojhilat û li zozana Kuwanan di encama teqîna mînê de birîndar bû.
Li gorî agahiyên dezgeha mafên mirov ya Hengaw, di wê rûdanê de pêyekî wî kolberî qut bû. Hat gotin ku ew kolber niha li bajarê Silêmaniyê tê dermankirin.
Kolberê ku birîndar bûye, xelkê gundê Serdûş yê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
2461 car hatiye dîtin |