Hewlêr (ZNA) - Reutersê belav kiriye ku Amerîkayê dayîna balafirên F35 ji Tirkiyê re taloq kiriye.
Ajansa Reuters li ser agahiya çavkaniyan belav kir ku Amerîkayê gihandina balefirên F35 ji Tirkiyê re taloq kiriye. Sedema girtina vê biryarê ji ber ku Enqereyê pergala parastina hawayê ya S400 ji Rûsyayê kiriye.
Tê çaverêkirin di meha Tîrmeha vê salê Sîstema Mûşekên Rûsyayê S-400 bigehe Tirkiyê, rêkeftina Tirkiyê û Rûsyayê Amerîkayê nîgeran dike. Lewra Amerîkayê hişyariyê dide Tirkiyê heger rêkevtina kirrîna sîstema berevanîyê bicih bike wê balafirên F35 nede Tirkiyê.
3004 car hatiye dîtin |