English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-02 [09:02 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Ji ber baran û lehiyê, rêka navbera bajarê Hewlêrê û devera Soran, ya ku ji geliyê Elî Beg re derbas dibe, xitimî. Rayedar jî daxwaz dikin welatî rêkên din bikar bînin.

Şeva borî ji ber baran û lehiyê rêka geliyê Elî Beg, ku bajarê Hewlêr bi bajarokên Soran, Çoman, Xelîfan û sînorê Hacî Omeran ve girê dide, xitimî.

Li ser vê mijarê, qaymeqamê Soran Kirmanc Îzet got, şeva borî baranek xurt barî ji ber wê jî lehî rabû. Ji ber lehiyê rêka geliyê Elî Beg xirab bû.

Kirmanc Îzet her wiha got, ji ber xirabûna rêkê me biryar da rêkê bi temamî bidin girtin çimkî metirsî li ser canê welatiyan çêdike.

Ji aliyekî din, berpirsê polîsê tirafîka Soran daxwaz ji welatiyan kir, yên ku dixwazin di navbera Soran û Hewlêrê de hatin û çûnê bikin, rêka Riwandizê bikar bînin.





2935 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad