English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-01 [12:41 PM]


Li gorî daneyên dawî yên ne fermî yên Ajansa Anadolûyê (AA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sê jê bajarê mezin li heşt bajar û 50 navçeyan şaredarî bi dest xistiye. HDP bi sîstema hevşaredariyê kete hilbijartinê û li gorî van encaman wê hevşaredar 58 bajaran bi rê ve bibin.

 HDPê di hilbijartina herêmî ya 2019ê de weke hilbijartinên berê, sîstema hevserokatiyê cîbicî kiriye. Li gorî vê sîstemê, li hemû bajar û navçeyên ku namzet nîşan dane, jin û mêrek dibin namzet. Lê ji ber ku dewlet vê sîstemê bi awayekî fermî napejirîne, di dema serîlêdanên ji bo namzetiyê de, tenê navek tê diyarkirin.

 Weke mînak, li Amedê HDPê Selçûk Mizrakli weke namzetê xwe yê hilbijartinê ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê re ragihandiye lê li gorî sîstema hevserokatiyê Hulya Alokmen Ûyanik jî wê li gel Mizrakliyî bajêr bi rê ve bibe.

 Li pênc navçeyên Mêrdînê jin bûne namzet û li van navçeyan bi ser ketine. Lê tenê li du bajaran namzetên jin ên HDPyê bi ser ketine. Yek ji wan Bedîa Ozgokçe Ertan e ku weke Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê hatiye hilbijartin. Ya din jî Berîvan Helen Işika ku bûye Hevşaredara Sêrtê.

 Li bajarên din jî jin weke hevşaredar hatine hilbijartin. Li gorî van encaman li Êlihê Songul Korkmaz, li Mêrdînê Fîgen Altindag, li Qersê Şevîn Alaca, li Îdirê Eylem Çelîk, li Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş û li Amedê Hulya Alokmen Uyanik weke hevşaredar wê kar bikin.





3001 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad