English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-01 [12:25 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokê Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê Sadî Guven ragihand, di hilbijartinên serokatiya şaredariya Stenbolê de dengên namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu ji namzedê AKPê Bînalî Yildim zêdetir e lê hîn dengên hinek sindoqan nehatine têkestkirin. 

Serokê Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê Sadî Guven, qasekî beriya niha li ser encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyan daxuyaniyek da û ragihand, li Stenbolê li gorî dengên ku hatine hejmartin û sindoqên ku hatine vekirin û piştrastkirin, namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu li pêşiya namzedê AKPê Bînalî Yildirim e.

Sadî Guven her wiha ragihand, amar û agahiyên piraniya sindoqan derbasî sîstema Komîsyonê hatine kirin, tenê 84 sindoq mane ew jî ji ber ku bertek li ser hene. 

Daxuyaniya Serokê Komîsyona Hilbijartinan di demekî de ye ku şeva borî namzedê AKPê yê Stenbolê Bînalî Yildirim gotibû, di hilbijartinên Stenbolê de em bi ser ketine. 





2803 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad