English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-01 [11:31 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeka Peymangeha Amerîkî ya aştîyê, ya bi serokatiya Nansî Lînborg, seroka Peymangeha navhatî kir û armanca wê serdanê gotûbêja li ser rewşa koçberên li Herêma Kurdistanê bû.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan, keyfxweşiya xwe nîşandan bo vê serdana wan a ji bo Herêma Kurdistanê û spasiya alîkariya hikumeta Herêm a Kurdistanê kirin bo kar û çalakiyên ofîsên wan  û pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê bo wê hejmara mezin a aware û penaberên şerê DAIŞê.

Herweha tekez li ser wê yekê kirin ku dê li gel hikumeta Herêma Kurdistanê alîkar bin bo avakirina baweriyê li wan deverên ku aware jê hatîne .

Herweha şanda navhatî nîgeranî yên xwe nîşandan li ser nevegerana wan awareyan bo deverên xwe yên berê ji ber sedema nebûna asayîşê û xizmetguzariyê li deverê. Bo vê yekê jî wan hebûna dîyalogeka rijt bi pêdivî zanîn ku di navbera hikumet û xelkên wan deveran bihê encamdan.

Ji alî yê xwe ve, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, spasiya serdana şandê kir û piştrast kir ku hikumeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewldanekî bike bo ava kirina baweriyê û dîyalogê di navbera pêkahateyan de, bi armanca wegera wan û pêşkeş kirina xizmetguzarîyan.

Nêçîrvan Barzanî kurteyek jî li ser proseya siyasî ya Iraqê pêşkeş kir û hewlên dihên dan bo bo avakirina peyvendîyeka baş di navber a hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê, ku bi egera wê yekê hinek arîşe hatîne çareserkirin û di pêşerojê de li ser arîşe yên din gêngeşeyê dê bikîn. Herweha amaje bi hewlên pêkhînana kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku hewldanek rijt heye di navbera alîyan de bi armanca pêkhînana kabîneya nû di dahatîyeka nêzîk de.





2755 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad