English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-04 [11:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê, Recep Tayyip Erdogan, ji ber encamên hilbijartinên şaredariyan spasiya kurdan kir û ragihand, AKP dîsa bû yekemîn.

Şeva borî, piştî ku piroseya dengdana hilbijartinên şaredariyan li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê xilas bû û beşek mezin ji sindoqên dengdanê hatin vekirin û encamên destpêkê yên hilbijartinan eşkere bûn, serokê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, mîna her car li Enqerê û li navenda giştî ya partiya xwe xîtabî endam û alîgirên AKPê kir.

Recep Tayyip Erdogan anî ziman ku AKP dîsa jî mîna her car di hilbijartinan bûye yekem û ragihand: Encama ku Tifaqa Cumhur bi dest xistiye, nêzîkî encama hilbijartinên 24ê Hezîrana par e.

Erdogan amaje bi vê yekê kir, ku dengên AK Partiyê û Tifaqa Cumhur li bajarên Bakûrê Kurdistanê zêde bûne û got: “Ez spasiya birayên xwe yên Kurd dikim.”

Erdogan herwiha tekez kir: “Encamên li başûrê rojhilat (qesta wî Bakûrê Kurdistanê ye) derseke pir giring da ewên ku dixwestin dest bi ser îradeya birayên me yên Kurd de bigirin.”

Serokê Tirkiyê herwiha cardin gefa destpêkirina operasyoneke serbazî bo ser herêma Minbicê û herêmên rojhilatê Firatê, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne, xwar û got: “Niha armanca me paqijkirina Minbic û rojhilatê Firatê û parastina ewlehiya Sûriyê û vegerandina Sûriyên li welatê me bo cihê xwe ye.”

Di hilbijartinên şaredariyan de AKP û MHP bi hev re tifaqa “Cumhur” pêk anîbûn.





2695 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad