English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-01 [10:47 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha AK Partî û CHPê serokatiya şaredariyên piraniya parêzgehan bi dest xistine.

Duh (31 Adarê) li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartinên serokên şaredariyan, endamên encumenên bajaran û muxtarên gundan hatin kirin.  

Li gorî agahî û encamên ku ji aliyê ajansa ve hatine ragihandin, heta niha li seranserê Tirkiyê %91.15 sindoqan hatine vekirin û dengên tê de hatine hejmartin û cudakirin. Lê belê heta niha Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê ti amareke fermî belav nekiriye.

Li gor van encamên ne fermî, AK Partiyê %44.95 dengan, CHPê %30.25 dengan, ÎYÎ Partî %7.39 dengan, MHPê %6.80 dengan û HDPê %4.01 dengan bi dest xistine. Herwiha li gor encamên ne fermî, %6.60 dengan jî ji bo aliyên din û namzedên serbixwe çûne.

Bi van encaman, AK Partiyê li seranserê Tirkiyê li 40 parêzgehan bi ser ketiye û 778 şaredarî bi dest xistiye. Herwiha CHP li 20 parêzgeh bi ser ketiye û 242 şaredarî qezenc kiriye û MHP li 12 parêzgehan bi ser ketiye û 236 şaredarî bidest bixstiye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li 7 parêzgehan qezenc kiriye û bi giştî 68 şaredarî bi dest xistiye. ÎYÎ Partî ya bi serokatiya Merak Akşener jî bi giştî 22 şaredarî bi dest xistiye.

Her li gor van encamên ku hatine ragihandin, Partiya Komonîst a Tirkiyê (TKP) parêzgeha Dêrsimê qezenc kiriye û namzedekî serbixwe jî li parêzgeha Kirklarelî  bi ser ketiye.





2764 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad