English | عربی | کوردی  
 
 
2019-04-01 [10:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta sala nû ya Babilî-Suryanî û cejna Ekîto, peyamek belav kir û ragihand, Kurdistan welatê mesîhiyan e jî û nabe welatê xwe biterikînin.

Peyama Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan,

Bi helkefta hatina sersala Babilî-Kildanî-Suryanî-Asûrî û cejna Ekîto, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Kildan-Suryan û Asûr yên Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya şahî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.

Bi vê helkeftê em têkestî li ser kûrkirina çandina pêkvejiyanê, aşitî û biratiya navbera hemû gelan li Kurdistanê dikin. Ez bi taybet xûşk û birayên me yên mesîhî ji vê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê wan e jî û nabe zêda bav û kalên xwe biterikînin. Divê em hemû bi hev re welatê xwe pêş bixin.

Ez hêvîdar im koçber û penaber di demek kurt de vegerin ser cih û warê xwe yên li parêzgeha Neynewa û deverên din. Arezûya min ew e sala we ya nû tijî xweşî û bextewerî be û hûn tevahiya cejnên xwe bi aşitî û asûdetiyê pîroz bikin.





2737 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad