Hewlêr (ZNA) - Hikûmeta Îranê hinartina pîvaz û kartolan bo derveyî welat qedexe kir.
Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Îranê Riza Rehmanî ragihand, wan ferman dane tevahiya deriyên sînorî û gumrikên Îranê da ku ji roja 4 Nîsana îsal ve rê nedin pîvaz û kartol bo derveyî welat were hinartin.
Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Îranê daye zanîn ku wan ji ber zêde bihabûna nirxa pîvaz û kartolan ew biryar dane.
Ev demek e li Îranê nirxa her kîlo pîvaz û kartol ji 5-6 hezar tûmen bûye 13 hezar tûmen!
2866 car hatiye dîtin |